Çend dîmenên ji hevdîtina KCK û BDP’ê

Çend dîmenên ji hevdîtina KCK û BDP’ê

Dîmenên hevdîtina rayedarên KCK’ê û şandeya BDP’ê yak u ji bonameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne Qendîlê hatin, ji aliyê nûçegihanên ANF’ê ve hatin kişandin.

Di hevdîtinê de ji rayedarên KCK’ê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Ronahî Serhat, Sabrî Ok, Sulbus Perî û Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî, Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Star Delal Amed û endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Bahoz Erdal û Rengîn Botan cih digirin.

Roja 4’ê nîsanê şandeya BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, Parlementer Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û ji bo nameyê bihigînin rayedarên KCK’ê roja 5’ê nîsanê gihiştin Qendîlê.

Di heman rojê de Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder gihiştin Qendîlê û roja 8’ê nîdanê careke din vegeriyan Qendîlê û bersiva nameya Ocalaan ji KCK’ê wergirtin.

Yên di wêne de:

Yên li ser piyan: ji çep ber bi rast: Ronahî Serhat, Sabrî Ok, Nûredîn Sofî, Selahattin Demirtaş, Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan, Sirri Sureyya Onder û Dûran Kalkan.

Yên rûniştine, ji çepê ber bi rast: Dela Amed, Rengîn Botan, Sulbus Perî û Bahoz Erdal