Cenazeyên YPG’yiyan ji aliyê 10 hezar kesî ve tên birêkirin
Cenazeyên YPG’yiyan ji aliyê 10 hezar kesî ve tên birêkirin
Cenazeyên YPG’yiyan ji aliyê 10 hezar kesî ve tên birêkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan ku duh êvarê di encama êrîşa hêzên rejîma Baas de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê zêdetirê 10 hezar kesî ku di nava wan de nûnerên gelek partiyên siyasî jî hebûn ve ji Mizgefta Qasimo hatin wergirtin. Cenaze di nava sloganan de bi meşê ber bi goristanê ve têne birin.
Cenazeyên endamên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo ya YPG’ê Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan ku duh êvarê dema ji karê xwe yê asayî vedigeriyan rastî êrîşa hêzên rejîmê hatin û jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Mizgefta Qasimo.
Piştî ku komîteya amadekar a merasîma cenaze diyar kir ku dê merasîm saet di 12.00’an de li ber Mizgefta Qasimo çêbibe, di saetên serê sibehê de bi sedan kes li ber mizgeftê kom bûn.
Saet derdora 12.00’an hejmara girseyê ya li ber mizgeftê kom bû derket zêdetirî 10 hezar kesî. Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê piştî wecîbeyên olî, saet derdora 13.00’an de ji aliyê hezaran kesî ve ji mizgeftê hatin derxsitin. Hersê cenaze ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve bi meşê ber bi Goristan Şehîd Delîl a li Taxa Meyselunê ve derxistin rê.
Di meşa ku wêneyên şervanên YPG’ê û alê kurdî hatin vekirin de, bênavber sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG” tên qêrîn.
HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ TEVLÎ BÛN
Ji merasîmên cenazeyan ên beriya niha li Qamişlo hatine lidarxistin cudatir, di vê merasîmê de beşdariya hema bêje hemû partiyên siyasî bal kişand. Di meşê de rêveber û endamên TEV-DEM, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî/El Wehdê), Partiya Yekîtiya Kurd (Yekîtî), Partiya Yekîtiya Kurdistanî, Partiya Demokrata Kurd li Suriyê (ya Nesreddîn Îbrahîm) Partiya Komunîst a Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Yekbûyî, Partiya Komunîst a Kurdistanî, tevger û kordînasyonên ciwanan, meclîsên gel, sazî û rêxistinên civakî jî cihê xwe girtin.
Girse dê di nava sûkê û Taxa Qudurbegê re derbas bibe û bigihîje goristanê. Piştî meşê dê cenaze bispêrin axê.