Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê şandin warên wan

Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê şandin warên wan

Cenazeyên şervanê YPG’ê Tajo Esîn (Zîndan Serbest) şervana YPJ'ê Ozlem Turuk (Yerîvan Botan) şandin cihên lê ji dayik bûne.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Tajo Esîn û şervana YPJ’ê Ozlem Turuk ên di şerê li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Riha. Piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê şervana YPJ’ê Ozlem Turuk (Yerîvan Botan) şandin navçeya Cizîrê ya Şirnexê, cenazeyê şervanê YPG'ê Tajo Esîn (Zîndan Serbest) ber bi Kopa Mûşê ve hat oxirkirin.