Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûtlû û Ekîncî ji warên wan re hatin şandin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûtlû û Ekîncî ji warên wan re hatin şandin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûtlû û Ekîncî ji warên wan re hatin şandin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ridvan Mûtlû û Husamettîn Ekîncî yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo bên veşartin ji warên wan re hatin şandin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Husamettîn Ekîncî (Bahoz) ji Sêrtê, cenazeyê şervanê YPG'ê Ridvan Mûtlû (Şevger Lice) ji navçeya Amed Liceyê re hatin şandin.
Cenazeyê Ekîncî yê duh êvarê anîn Goristana Yenîkoyê, ji Sêrtê re hat şandin. Cenazeyê Ekîncî yê bi awayekî girseyî ji morga Goristana Yenîkoyê hat wergirtin, destpêkê li Bismilê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin û ber bi Sêrtê ve hat oxirkirin. Bi sedan kesî bi dirûşmên "Şehîd Namirin" cenazeyê şervanê YPG'ê Ekîncî şandin Sêrtê.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûtlû jî, piştî bicihanîna wecîbeyên olî li Mizgefta Yenîkoyê, ber bi Liceyê ve hat şandin. Cenazeyê Mûtlû li Liceyê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin û ji bo were veşartin ji gundê Esenlerê hat şandin.