Cenazeyên şervanên YPG'ê hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê hatin oxirkirin
Cenazeyên Endama Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger Şîlan Berekat, şervanên YPG᾿ê Kanîwar Reşo Û Xelîl Esmer, li Qamişlo û Amûdê bi merasiman hatin definkirin.
Cenazeyê endama Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger Şîlan Berekat ku di êrîşa bombeyî ya li Çelaxa de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê şervanê YPG᾿ê Kanîwar Reşo ku li herêma Çelaxa di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesî ve ji Mizgefta Taxa Enteriyê hatin wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve hatin birêkirin. Welatiyên di meşê de ala Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger û YPG’ê û wêneyên Kanîwar Reşo û Şîlan Berekat vekirin. Di meşê de her wiha bênavber siloganên hatin qîrkirin.
Piştî ku girse gihişt goristanê merasim hate lidarxistin. Di merasima ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û berxwedana li dijî êrîşên El-Nusra silav kir. Li ser navê malbata şervanê YPG᾿ê Kanîwar Fesîh Mihemed Emîn, li ser navê malbata Berekat jî Ebduwehab Osman axivîn û soza berdewama berxwedana li dijî êrîşkaran dan.
Di merasimê de Endama Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger Solîn Qamişlo jî axivî û got ku ciwanên Rojava dê bi hemû hêza xwe nirxên gel biparêzin.Piştî axaftinan cenazeyên Berekat û Reşo hatin definkirin. Di dema definkirinê de girseyê bênavber qîr kirin û hêzên Asayîşê jî tedbîrên berfireh girtin.
Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Xelîl Esmer ku di êrîşa bi tangan a li ser benda YPG᾿ê û Hêzên Asayîşê ya li gundê Mişafa ya Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabû jî li Amûdê bi merasimekê hate definkirin. Cenazeyê Esmer ji Navenda Tendurstiyê ya Amûdê hate wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan û tevlîbûna sedan kesî ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve hate birêkirin.Piştî ku karwan gihîşt goristanê merasim hate lidarxistin. Di merasima ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser têkoşîna tê meşandin axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG᾿ê Xelîl Esmer bi silogan û tîlîliyan hate definkirin.