Cenazeyên gerîlayên HPG'ê hatin wergirtin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê hatin wergirtin

Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê yên jin ên ku di sala 2012'an de li Çiyayê Çiravê yê Sêrtê di operasyona hewayî de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan welatiyan ve hatin wergirtin û ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê li ser serlêdana malbatên gerîlayên HPG'ê, duh li Çiyayê Çiravê lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ceylan Geldî (Gulbahar Bagok) a ji Êlihê, Fatma Başak (Raperîn Batman) a ji Hezexê û Gulperî Bîlen (Axîn Goyî) a ji Wanê, ku di sala 2012'an de li Çiyayê Çiravê di operasyona hewayî de jiyana xwe ji dest dan, peyda kirin. Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê, malbatên gerîlayên HPG'ê, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endamên Meclîsa BDP'ê, rêveberên BDP'ê yên bajar, navçe û bajarokan, Wekîlê Şaredarê Sêrtê Bayram Kaçar, Şaredarê Misricê Necat Yilmaz, Şaredarê Dihê Melîh Oktayi, endamên Dayîkên Aştiyê, NÇM, TUHAD-DER, MEYADER û bi sedan welatî çûn herêmê. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê vekir, dirûşmên "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vir e" berz kir û ber bi Çiyayê Çiravê me meşiya. Girseyê piştî cenaze wergirtin 4 saet şûnde gihiştin gundê Torik Memîra. Piştî rêzgirtinê Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Zana Aksu axaftineke kin kir.

Piştî Aksu Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata jî axivî û diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê kir 6 meh in tu kesî jiyana xwe ji dest neda û got: "Bi saya kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da gelê kurd gihişte vê merheleyê." Ata anî ziman ku gelê kurd dê her tim xwedî li têkoşîna wan derbikeve. 

Piştî axaftinan cenaze ji bo otopsiyê ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ve bi konvoyekî qelebalik ve derxistin rê.