Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê anîn Rihayê

Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê anîn Rihayê

Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Cenazeyên çar şervanên YPG’ê yên di berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ku 31 roj in li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê. Hate zanîn ku cenazeyên Ridvan Mutlu (Şevger Licê) yê 21 salî, Sînan Îdin (Dewran Besta) yê 20 salî, Abdullah Sîner (Şervan Amed) ê 21 salî û Husamettîn Ekîncî (Bahoz) ê 25 salî, di deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Hate zanîn ku wê piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê Ridvan Mutlu bişînin Licêya Amedê, yê Sînan Îdin bişînin Şirnexê, yê Abdullah Sîner bişînin Edene û yê Hussamettîn Ekîncî bişînin Sêrtê.