Cenazeyên 3 YPG’iyan bi merasîmek biheybet spartin axê
Cenazeyên 3 YPG’iyan bi merasîmek biheybet spartin axê
Cenazeyên 3 YPG’iyan bi merasîmek biheybet spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan ku duh êvarê di encama êrîşa hêzên rejîma Baas de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve bi merasîmek biheybet spartin axê.
Endamên Meclîsa YPG’ê ya bajarê Qamişlo Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan ku duh êvarê di encama êrîşa hêzên rejîma Baas de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ku di nava wan de nûnerên gelek partiyên siyasî jî hebûn ve bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Taxa Meyselûn spartin axê.
Ji merasîmên cenazeyan ên beriya niha li Qamişlo hatine lidarxistin cudatir, di vê merasîmê de beşdariya hema bêje hemû partiyên siyasî bal kişand. Di meşê de rêveber û endamên TEV-DEM, Partiya Demokrata Pêşver a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî/El Wehdê), Partiya Yekîtiya Kurd (Yekîtî), Partiya Yekîtiya Kurdistanî, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (ya Nesreddîn Îbrahîm) Partiya Komunîst a Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Yekbûyî, Partiya Komunîst a Kurdistanî, tevger û kordînasyonên ciwanan, meclîsên gel, sazî û rêxistinên civakî jî cihê xwe girtin. Di vê navberê de esnafên bajêr jî, bi armanca şermezarkirina êrîşên rejîmê deriyên dikanên xwe girtin.
Saet derdora 12.00’an de hejmara girseyê ya li ber mizgeftê kom bû derket zêdetirî 10 hezar kesî. Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê piştî wecîbeyên olî, saet derdora 13.00’an de ji aliyê hezaran kesî ve ji mizgeftê hatin derxsitin. Hersê cenaze ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve bi meşê ber bi Goristan Şehîd Delîl a li Taxa Meyselunê ve derxistin rê.
Piştî meşê li goristanê hejmara gel derket deh hezaran. Piştî meşê li goristên merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de axaftina Endamê Meclîsa Leşkerî Mazlûm Êrîş a ku ji bo hevalên xwe yên Tevgera Cîwanên Şoreşger kiribû hate guhdarkirin.
Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Şêxmûs axaftinek kir û bal kişand ser wateya şehadetê. Di merasîmê de dayîka Cûdî Ferhan jî axaftinek kir û da zanîn ku Cûdî ne tenê kurê wê ye kurê hemû gelê Kurd e.
Di merasîmê de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl jî axaftinek kir û da zanîn ku di rojek wekî 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîşek wiha tê wateya xwestina şikandina îradeya gelê Kurd, lê ev êrîş bûye sedema yekbûn û mezinbûna gelê Kurd. Xelîl, got ku bi êrişên li Qamişlo û Şêxmeqsûdê kes nikare îradeya gelê Kurd bişikîne û wiha dom kir: “Gelê me bi salane di bin êrîşên rejîma Baas de ye. Di rojek wekî 4’ê Nîsanê roja robûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîşek wiha tê wateya hewldana şikandina îradeya gelê Kurd. Lê berevajî vê yek ê ev êrîş bû sedema yekbûn û mezinbûna gelê Kurd. Ev êrîş jî nîşan didik ku divê gelê Kurd li dora Desteya Bilin a Kurd kom bibe û wek îradeya xwe ya sereke bibîne.”
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulla jî got, “Hinek partiyên siyasî hene ku him YPG’ê him jî Asayîşa Rojava rexne dikin. Em van kes û partiyan wekî sîxurên dewletan bi nav dikin û ev nêzîkatiyên wan qebûl nakin. Ger ku îro li ser Rojavayê Kurdistanê ala Kurdan bilind bûye, ev bi saya têkoşîna YPG’ê ye.”
Bavê Cûdî Ferhan, Serokê Partiya Demokrat Salih Gedo, Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûrî Mahmûd Mele, Endamê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrî Silêman Huso, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûrî Mistefa Meşayîx û Mele Mihemed jî di merasîmê de axivîn li ser yekîtiya kurdan rawestiyan.
Piştî axaftinan cenazeyên hersê endamên Meclîsa YGP’ê Mazlum Êrîş, Rojvan Efrîn û Cudî Ferhan bi sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG’ê” spartin axê.