Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê hatin defin kirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê hatin defin kirin

Cenazeyê Şervanê YPG᾿ê Azad Mûsa, Salih Beko û Zinar Loqman Berekat ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Rustem hatin definkirin.

Ji bo şervanên YPG’ê duh li ber navenda tenduristiyê ya Dirbêsiyê hezaran kes kom bûn. Piştî cenazeyê şervanên YPG᾿ê Salih Beko û Azad Mûsa ku ji aliyê hezaran kesî ve ji Amûdê hatibûn oxirkirin gihiştin Dirbêsiyê, girseya cenazeyên şervanên YPG᾿ê Salih, Zinar û Azad li ser milan kirin û ber bi meydana Şehîdan ve herikîn. Welatiyan bê navber siloganên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana YPG” berz dikirin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û malbatên 3 şervanên YPG᾿ê axaftin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku ewê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Di merasîmê de li ser navê Suryaniya Îshaq Ebdo axivî.

Merasîm bi axaftina Endamê Desteya Bilind a Kurd Ebduselam Ehmed û Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemedê Mûsê dom kir. Di axaftinan de hate gotin gelê Kurd dê destkevtiyên xwe biparêzin û bang li hemû hêz û partiyên gelê Kurd hate kirin ku li dijî planên qirêj derkevin.

Cenazeyên Şervanê YPG᾿ê Salih, Zinar û Azad bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê berkevirê ve hate birêkirin û li wir ji aliyê girseya qerebalix ve hatin defin kirin.

Hate diyarkirin ku Cenazeyê Şervanê YPG᾿ê Ferhad Kobanê dê ber bi cihê ji dayîk bûye, Kobanê ve were oxirkirin.