Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê şandin cihên lê ji dayik bûne

Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê şandin cihên lê ji dayik bûne

Ji 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane cenazeyên Azad Şakar (Erdal Van) û Adem Sezgîn (Cûdî Mûş) şandin cihê lê ji dayik bûne. Kar û barên otopsyê yên Şiyar Amed û Mazlum Batman jî didomin.

Cenazeyên Azad Şakar ê 23 salî, Amed Sezgîn ê 23 salî, Şiyar Amed û Mazlum Batman ên di şer û pevçûnên li Kobanê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dane, duh bi şev ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Ji şervanên YPG’ê cenazeyên Azad Şakar û Adem Sezgîn piştî karên otopsî qediyan bi dirûşm û tilîliyan hatin wergirtin û şandin Amedê. Cenazeyê Azad Şakar ê şandin Amedê wê ber bi navçeya Şaxê ya Wanê û cenazeyê Adem Sezgîn jî wê bê bi Mûşê ve bişînin. Cenazeyên Şiyar Amed û Mazlum Batman jî wê piştî karên otopsî radestî malbatên wan bikin.