Cenazeyên 19 şervanên YPG û YPJ’ê rakirin morgê
Cenazeyên 19 şervanên YPG û YPJ’ê rakirin morgê
Cenazeyên 19 şervanên YPG û YPJ’ê rakirin morgê
Cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mehmet Akîf Înan a Riha, cenazeyên 6 şervanên din jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêreg.
Cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mehmet Akîf Înan a Riha.
Cenazeyê şervanên YPG/YPJ’ê yên ji Bakurê Kurdistan û Kobanê Leyla Xalip, Mazlum Dogan, Mahmud Rewî, Ayşe Yildirim, Mehmet Mustafa, Xelîl El Mehemed, Heyîf Elî, Mehmed Elî, Cegerxwîn, Kurtay, Rohat Mûş, Veysel Muhammed, Muhammed ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar hatin wergirtin, piştî kar û barên otopsiyê anîn SaziyaTiba Edlî ya Riha.
Hat ragihandin ku heta malbat bên cenazeyên berxwedêran bibin wê li Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mehmet Akîf Înan a Riha bin.
Li gel vê cenazeyên 6 şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û navê wan nehat zanîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.