Cenazeyê Yildirim anî Mizgefta Bayramoglu
Cenazeyê Yildirim anî Mizgefta Bayramoglu
Cenazeyê Yildirim anî Mizgefta Bayramoglu
Cenazeyê Medenî Yildirim ê li gundê Hezanê ya girêdayî navçeya Lîceyê ku di dema şermezarkirina çêkirina qereqolê de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, ji nexweşaxaneyê hate girtin û anîn Mizgefta Bayramoglu.
Cenazeyê Medenî Yildirim ê li gundê Hezanê ya girêdayî navçeya Lîceyê di dema şermezarkirina çêkirina qereqolê de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û jiyana xwe ji dest dabû şevê din ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
Cenaze vê sibê piştî karûbarê otopsiyê bi dawî bû radestî malbatê kirin û bi karwanekî qelebalix anîn mizgefta Bayramoglu.
Cenaze dê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak li goristan Yenîkoyê bê definkirin. Her wiha herikîna gel a li ber mizgeftê jî didome.