Cenazeyê şervanê YPG’ê û Salih Beko hatin oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê û Salih Beko hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanê YPG’ê Azad Musa û welatiyê bi navê Salih Beko ku di navbera Til Temir û Serêkaniyê di kemîna komên çekdar de jiyana xwe ji dest dabûn, bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Dirbêsiyê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên Musa û Beko ku anîbûn Navenda Tenturistiyê ya Amûdê, ji aliyê hezaran kesan ve hatin wergirtin. 

Şervanên YPG’ê cenazeyên Musa û Beko li ser milan heta Qada Şehîd Cîhad bi meşê birin. Di meşê de bi hezaran welatiyan jî cihê xwe girt û sloganên dilsoziya bi YPG’ê re berz kirin. Piştî meşê cenaze li wesayîtê hatin siwarkirin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Dirbêsiyê ve hatin oxirkirin.

Herdu cenaze wê li Dirbêsiyê li gel cenazeyên şervanên YPG’ê Zinar Lokman Berekat û welatiyê bi navê Ferhat Kobanê piştî merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê bêne definkirin.