Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrat Qamişlo birin Dêrikê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrat Qamişlo birin Dêrikê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûrat Qamişlo ku di pevçûnên li herêma Çelaxa de jiyana xwe ji dest dabû û hatibû gotin ku, dê li Qamişlo bispêrin axê, li ser daxwaza malbata Mûrat ji bo li Goristana Şehîd Xebat bê definkirin birin Dêrikê.

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê Mûrat Qamişlo 3 roj beriya niha di pevçûnên di navbera komên çete ên El-Qaîdeyê û hêzên YPG’ê yên li gundê Til Elo yê girêdayî bajaroka Çelaxa ya Girkê Legê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Mûrat Qamişlo ji bo definkirin anîn Mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamişlo û hatibû gotin ku, dê îro di demjimêr 17.00’an de li gel cenazeyên şervanên YPG’ê Şiyar Qamişlo û Delîl Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saruxan bêne definkirin.

Lê malbata Murat Qamişlo xwest ku cenazeyê zarokê wan li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê bê definkirin. Li ser vê yekê cenazeyê Mûrat Qamişlo ji bo ku bê definkirin birin Dêrikê. Cenaze wê di demjimêr 17.00’an de bi merasimekê bispêrin axê.