Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Mezlûm hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Mezlûm hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG᾿ê Mezlûm Hecî Mihemed bi nasnav Adil ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Bi hezaran kes saet di 08.00᾿an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. ji vir cenazeyê şervanê YPG᾿ê Mezlûm ber bi navçeya Bilibilê ya Efrînê ku mala şervanê YPG᾿ê Mazlûm li vire rê kirin. Piştî nerîna dawî cenaze ji aliyê hezaran kesî ve ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna hate oxirkirin.

Li aliyeke din jî girseyek qerebalex saet di 09.00᾿an de  li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev û saet di 09.30᾿an de ber bi goristana Şehîda Refîq ve bi rê ketin da ku tevlî merasîmê bibin.

Hêjaye gotin ku şervanê YPG᾿ê Mezlûm dihate payin ku piştî çend rojan dawet kiribe û amadekariyên xwe yên zewacê dikir. Lê piştî êrîşa komên çekdar berê xwe da qadên pevçûnan û di pevçûnên roja înê li gundê Mezrea jiyana xwe jidest da.