Cenazeyê şervanê YPG’ê ji Hesekê şandin Amûdê
Cenazeyê şervanê YPG’ê ji Hesekê şandin Amûdê
Cenazeyê şervanê YPG’ê ji Hesekê şandin Amûdê
Cenezayê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Delîl Ferhad ku duh di encama êrîşa komên çekdar de jiyana xwe jidest dabû, ji bo ku bê defin kirin ber bi Amûdê ve hate birêkirin.
Duh li bajarê Hesekê dewriyeya YPG’ê rastî êrîşa komeke çekdar a girêdayî rêjîma Baas a Sûriyeyê hat. Di encama êrîşê de Şervanê YPG’ ê Delîl Ferdad jiyana xwe ji dest da. Îro saet di 10.00’an de cenazeyê Şervanê YPG’ê Delîl Ferhad ji mala wî ya li Taxa Tlihecer birin meydana Şehîdan a li Taxa Miftî, li vir Saziya Malbata Şehîdan merasîm li dar xist.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser nava YPG’ê axaftinek hate kirin û hat diyarkirin ku YPG’ê wê li ser xete xwe ya parastina rewa têbikoşe û ew ê rê nedin hêzên ku dixwazin herêmê ber şerekî navxweyî ve bibin.
Piştre Endamê Desteya Bilind a kurd Ebdilselam Ehmed axivî û dazanîn ku gelê kurd ne li dijî tu neteweyan ji mêj ve kurd, ereb, suryan û hemû neteweyên din bi aştiyane dijîn, lê hinek aliyî hene ji ber vê yekê ne rehetin û dixwazin gelên herêmê berdin hev.
Piştî axaftin bi dawî bû cenzeyê Şervanê YPG’ê Delîl Ferhad bi kerwanekî wesayitan ji bo ku li Goristana Şehîdan bispêrin axê, ber bi Amûdê ve hate birêkirin.