Cenazeyê şervanê YPG’ê Îdîn li Şirnexê hat definkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Îdîn li Şirnexê hat definkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Sînan Îdîn (Dewran Besta) ê di şer û pevçûnên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê bi tevlîbûna hezaran kesî hat definkirin. Bavê Îdîn, Temer Îdîn bang li her kesî kir ku xwedî li Kobanê derkevin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Sînan Îdîn (Dewran Besta) ê di şer û pevçûnên li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê bi tevlîbûna hezaran kesî hat definkirin. Karwanê cenaze yê ji aliyê polîsan li Cizîrê hat astengkirin, li ser israra girseya cenaze pêşwazî kir polîsên rê vekirin.

Karwanê cenaze heya ji navçeyê derket jî bi wesayitên zirxî hat şopandin. Girsê darbest danîn ser milê xwe û bi dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Ciwan wê hesabê Kobanê bipirsin”, “Şehîd namirin”, “Qatîl DAŞ, hevkar AKP” heya Goristana Mezin a Navendê ya Şirnexê meşiyan. Piştî nimêja cenaze bi dirûşmaya “Şehîd namirin” cenaze hat definkirin. Bav Temer Îdîr ê piştî rêzgirtinê axivî, bang li tevahî gelê Kurd kir da ku xwedî li Kobanê derkevin û got ku wê ji niha şûn ve jî cihgirtina xwe ya di nav têkoşîna azadiya Kurd de wê berdewam bikin.

Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku axivî got: “Dost û dijminan dît zarokên Kurdan hêza îradeya mirovan nîşanî dinyayê kirin. Heya xeyalên şehîdên me pêk bên em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” Piştî axaftina Sariyildiz girse herikî cihê konê taziyê yê li Taxa Dîcle.

Şervanê YPG’ê Sînan Îdîn di sala 2011’an de dema 17 salî bû bi hinceta tevlî çalakiyê bûye bi îdîaya “Di nava KCK’ê de cih digire” hat binçavkirin û girtin. Sînan Îdîn (Dewran Besta) piştî salekê di Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Mîdyadê de ma, dema derket tevlî nav refên YPG’ê bû. Îdîn ê di berxwedana Kobanê de cihê xwe girt, di şer û pevçûnên 12’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.