Cenazeyê şervanê YPG’ê Bayhan radestî malbata wî hat kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bayhan radestî malbata wî hat kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bayhan radestî malbata wî hat kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferdî Bayhan (Rizgar Cîhan) ê di şer û pevçûnên dijî çeteyên DAIŞ ên Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da di Deriyê Sînor ê Şenyurt ê navçeya Qoser a Mêrdînê re radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferdî Bayhan (Rizgar Cîhan) ê li bajarê Serêkaniyê yê Rojava di 15’ê Cotmehê di şer û pevçûnên dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî û rêveberên MEYA-DER’ê ve di Deriyê Sînor ê Şenyurt ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê re teslîm girtin.
Di dema wergirtina cenaze de Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Gulser Yildirim, Dayikên Aştiyê û rêveberên DBP’ê yên navçe û bajarokên bajarê Mêrdîn û Amedê jî amade bûn. Piştî kar û barên fermî yên li deriyê sînor cenazeyê Bayhan teslîmî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê ji aliyê malbatê ve hat girtin, pêşî ji bo kar û barên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî xilasbûna karê otopsi cenazeyê Bayhan ji bo definkirinê wê bibin navçeya Licê ya Amedê.