Cenazeyê şervanê YPG’ê Bayhan ber bi Amedê ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bayhan ber bi Amedê ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bayhan ber bi Amedê ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferdî Bayhan ê li Rojava di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da li Mêrdînê ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmaya, “Ey şehîd rêya te rêya me ye” ber bi Amedê ve hat oxirkirin.
Cenazayê Şervanê YPG’ê Ferdî Bayhan (Rizgar Rojyar Jiyan) ê li Rojava di şerê li hember çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da, li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê ji aliyê malbat û MEYA-DER hat wergirtin. Cenaze paşê ji bo karûbarên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê piştî kar û barên otopsiyê ji aliyê sedan kesan bi dirûşmayên, “Ey şehîd rêya te rêya me ye” û tililiyan ber bi navçeya Licê ya Amedê ve hat şandin.
Hat ragihandin ku wê cenazeyê Bayhan sibe saet 10:30’an li Licê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Harûn bê defnkirin.