Cenazeyê Ortakaya ber bi Stenbolê ve hate birêkirin

Cenazeyê Ortakaya ber bi Stenbolê ve hate birêkirin

Cenazeyê Kader (Kadriye) Ortakaya ya ku li ser xeta sînor a Kobanê û Pirsûsê ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin, piştî karûbarên otopsiyê ji Rihayê şandin Stenbolê.

Cenazeyê Kader (Kadriye) Ortakaya ya ku bi rojan bû li ser sînorê Kobanê di çalakiya nobeta berxwedanê de bû û duh ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan lê hate girtin û hate qetilkirin, ji bo karûbarên otopsiyê anîn Rihayê. Tevî malbata Oratakaya, hevalên wê û çalakgerên çalakiya nobeta berxwedanê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê bi cenaze re hatin Tiba Edlî ya Rihayê.

Girseya li baxçeyê Saziya Tiba Edlî li hev kom bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YDG-H’ê hilgirtin û tilîlî û çepikan li benda cenazeyê Ortakaya man. Piştî qedandina karûbarên otopsiyê cenaze anîn û girseyê li ber sîroda Rojava ji bo Ortakaya û şehîdên azadiyê rêz girtin. Piştre Dayikên Aşitiyê tilîlî dan û dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxwedana YPG” û “Şehîd Namirin hatin gotin û cenazeyê Ortakaya heta ber deriyê wesayitê hilgirtin.  Cenazeyê Ortakaya piştre ji Balafirgeha GAP’ê ya Rihayê şandin Stenbolê

RAPORA PÊŞÎ YA OTOPSIYÊ DAN MALBATÊ

Li aliyeke din jî hate ragihandin ku piştî qedandina rapora otopsiyê radestê malbatê hate kirin. Hate diyarkirin ku Hevserokên ÎHD’ya Rihayê Atîlla Yazar û Prz. Sevda Ozçelîk Bîngol raporê wergirtin û li gorî raporê dibe ku Ortakaya di encama parçeyên şaranpelê de jiyana xwe ji dest dabe. Her wiha li gorî rapora otopsiyê, li  serê Ortakaya tu cihê guleyan nehatiye dîtin. Rayedarên ÎHD’yê dan zanîn ku ew ê tevî malbatê gilî bikin.