Cenazeyê Murat Îzol spartin axê
Cenazeyê Murat Îzol spartin axê
Cenazeyê Murat Îzol spartin axê
Cenazeyê Murat Îzol ê ku ji ber êrîşa polîsan reviya û xwe avêt Çemê Dîcleyê piştî 12 rojan şunde hate dîtin û li gundê Entêrtê spartin axê.
Cenazeyê Murat Îzol ê 19 salî yê ku li semta Fîskaya ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji ber êrîşa polîsan reviya û xwe avêt Çemê Dîcleyê piştî 12 roj şunde duh li derdora Pira Dehderî ya Amedê di çem de hate dîtin.
Cenazeyê Îzol piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hate wergirtin û şevê din birin gundê Entêrtê ya naçveya Gilê ya Amedê û li wir spartin axê. Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya, rêveberên BDP, MEYA-DER'ê û hevalên Îzol tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Îzol li goristana gund ji aliyê sedan kesan ve bi duayan spartin axê. Di merasîma cenaze de jinan bi kurdî lorîk barandin.
Alîkarê Hevserokên Rêxistina BDP'ê yê Amedê Eşref Mamedoglu piştî karên spartinê, axaftinek kin kir û diyar kir ku divê piştî vê bûyerê Waliyê Amedê û Midûrê Polîsan ê Amedê demildest îstîfa bikin. Mamedoglu, anî ziman ku rewşa Îzol birin Meclîsê jî lê bi gotina "Murat rizgar bû" baldarî nîşan nedan û xebatên rizgarkirinê bi awayekî rêkûpêk nehatin meşandin. Mamedoglu, da zanîn ku ew weke BDP dê bûyerê bişopînin û bang li rêxistinên sivîl ên civakî kir ku bûyerê bişopînin.
Piştî axaftinan welatî ji goristanê veqetiyan û taziyeya Îzol dê li gundê Uçkuyularê berdewam bike.