Cenazeyê Îbrahîm Xelîl spartin axê
Cenazeyê Îbrahîm Xelîl spartin axê
Cenazeyê Îbrahîm Xelîl spartin axê
Welatiyê Kurd ê bi navê Îbrahîm Xelîl ê 54 salî bi merasîmekê li goristana “Şehîd Refîq“ spartin axê.
Welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl ê 54 salî ku li Helebê di 3’ê Nîsanê de ji aliyê koma çete ya girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ve hatibû revandin û bi hovîtiyeke mezin 3 rojan îşkence lê hatibû kirin, ji ber îşkenceya dijwar a ku bi elektirîkê lê hatibû kirin îro jiyana xwe ji dest da.
Îbrahîm Xelîl bi merasîmekê ji aliyê sedan kesî ve li goristana “Şehîd Refîq“ a gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê spartin axê. Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate orgenîze kirin û bi sedan welatiyên ji Efrîn û gundên derdorê beşdarî merasîma spartina axê bûn.