Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Onen hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Onen hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) a di şerê 3'ê Gulana sala 2011'an de li bejahiya gundê Kizilmecît a navçeya Dêrsim Pulumurê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) a di şerê 3'ê Gulana sala 2011'an de li bejahiya gundê Kizilmecît a navçeya Dêrsim Pulumurê jiyana xwe ji dest da, tevî rêvberên Rêxistina BDP'ê ya Amedê û MEYADER'ê, ji aliyê bi hezaran welatiyan ve li Dogrû Petrol hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, cenazeyê Onen birin Goristana Yenîkoy. Piştî nimêja cenaze, bi hezaran kesî cenazeyê gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) hilgirtin ser milan û ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên gerîlaya HPG'ê Onen û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qêrin. Li dû meşê, cenazeyê gerîlaya HPG'e bi dirûşme û hêstrên çavan hat veşartin. Piştre deqeyek rêz hat girtin.

Ji bo gerîlaya HPG'ê Onen, wê sibê li Mala Şînê ya Pasûriyan, serxweşî werin qebûlkirin.