Cenazeyê gêrîla Aksoy hate girtin

Cenazeyê gêrîla Aksoy hate girtin

Cenazeyê gêrîla Mûrat Aksoy ê (Têkoşer Qoser) ku di 27'ê Adara 2013'an de li herêma Kirdima di navbera navçeya Pilemûriya Dêrsimê û navçeya Canuk (Yedîsu) a Çewlikê di encama qezayekî jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Mûrat Aksoy ê (Têkoşer Qoser) ku di 27'ê Adara 2013'an de li herêma Kirdima di navbera navçeya Pilemûriya Dêrsimê û navçeya Canuk (Yedîsu) a Çewlikê di encama qezayekî jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hate girtin. Malbata gêrîla Aksoy di encama lêgerinekê ya li herêma Kirdimê cenazeyê kurê xwe dîtin. Piştî ku malbatê cenaze dît, bi tevlibûna girseyekê qerebalix cenaze anîn konê "Çareseriya Demokratîk." Li vê derê ji cenaze ji aliyê Parlementerê BDP'ê Demîr Çelik, endamên meclisa BDP'ê, dayîkên aşitiyê û bi deh hezaran kes bi dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK'e gele, gel li vire", "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê gêrîla Aksoy bi karwanekê dehan wesayît ber bi Dêrsimê ve hat rêkirin. Cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li vê derê cenazeyê gêrîla Aksoy girtin morga nexweşxaneyê û li bendê ye ku dozger were lêkolîn bike. Ji aliyê din gel li ber nexweşxaneyê kom dibin.