Cenazeyê fermandarê YPG’ê bi merasîmek biheybet spartin axê
Cenazeyê fermandarê YPG’ê bi merasîmek biheybet spartin axê
Cenazeyê fermandarê YPG’ê bi merasîmek biheybet spartin axê
Cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zekeriya Xelîl ê bi nasnav Zerdeşt ku duh di encama topbarana rejîma Baasê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekî heybet li Goristana Şehît Refîq a li gundê Metîna spartin axê.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG Zekeriya Xelîl bi nasnav Zerdeşt ku di encama topbarana li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bibû û li Nexweşxaneya Aferîn a li bajarê Efrînê jiyana xwe ji dest dabû îro bi merasîmek bi heybet li Goristana Şehît Refîq a li gundê Metîna hate definkirin. Merasîm li ber Nexweşxaneya Aferînê dest pê kir. Piştî merasîma li vir şervanên YPG’ê tabûta Zekeriya Xelîl girtin ser milên xwe û bi beşdarbûna gelê Efrînê li nava kolanên bajêr meşek lidar xist. Piştî meşa ku heta ber peykerê Kawayê Hesinkar dom kir, li vir merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Fermandarê YPG’ê yê Efrînê Selah Eldîn axaftinek kir û diyar kir ku ew ê li ser şopa Zerdeşt têkoşîna xwe bidomînin û sozda ku YPG wê heta dawiyê parastina gelê Kurd bike.
Piştî merasîmê cenazeyê Zerdeşt bi karwanekî wesayitan ber bi goristana Şehîd Rrefîq a li gundê Metîna ya li Navçeya Şerra ya Efrînê ve hate oxirkirin. Pişti ku karwan gihîşt goristanê cenaze li vir hate definkirin. Di dema merasîmê de hemû esnafan dikanên xwe girtin û tu kes neçû ser kar.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl duh êvarê piştî pevçûna di navbera YPG’ê û hêzên rejîmê de di encama topbarana li hemberî Şêxmeqsud de birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Nûçeya peywendîdar: