Cenazeyê Doktor Zeyno ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Doktor Zeyno ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlaya PKK'ê ya bi nasnav Doktor Zeyno, ku di şerê li gundê Kanî Sergisa yê navçeya Wan Miksê di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya PKK'ê ya bi nasnav Doktor Zeyno, li gundikê Kanî Sergisa navçeya Miksê ya Wanê di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê bi hezaran kesî ve ji cihê lê, hate girtin. Ji bo gerîlaya PKK'ê, di Konê Çareseriyê yê ji bo şopandina vekişîna gerîla li Warê Kirapêt hatiye vedan, mewlûd hate dayîn. 

Li gel bi hezaran welatiyan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî merasîmê bûn. Piştî mewlûd û xwarina fitarê jinan cenazeyê gerîlaya PKK'ê rakirin ser milan û ber bi Warê Kirapêt ve dest bi meşê kir. Di meşê de girseyê sloganên "Şehîd namirin", "Tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. 

Cenaze piştî xwendina duayan û axaftinan hate definkirin.