Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ'ê şandin bajarên wan

Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ'ê şandin bajarên wan

3 şervanên YPG/YPJ'ê ku di şerê li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo definkirinê cenazeyên wan ber bi bajarên ku lê hatine dinyayê bi rê kirin. Her wiha hê jî otopsiya 2 şervanan didome.

Şervanên YPG/YPJ'ê 32 roj in li Kobanê berxwedana dîrokî dimeşînin. Di şerên bi çeteyan re şervanên YPG/YPJ'ê Dîlan Bîngol (Bêrîtan Zîn), Mustafa Aggun (Mahsun Erzirom), Seyran Er (Zenga Zuhal), Ozlem Turuk (Yer3ıvan Botan) û Tajo Esîn (Zîndan Serbest) jiyana xwe ji dest dan. Ji bo otopsiyê cenazeyê 5 şervanên YPG/YPJ'ê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Dîlan Bîngol Bedlîsê, cenazeyê Mustafa Aggun Qereyaziya Erziromê û Seyran Er jî Qosera Mêrdînê ve bi dirûşman hatin rêkirin.

Hat ragihandin ku hê otopsiya cenazeyê Tajo Esîn û Ozlem Turuk didome. Piştî ku karê otopsiyê biqede cenazeyê Esîn bişînin Kopa Mûşê û Turuk jî bişînin Cizîra Şirnexê.