Cemiyeta Rojnamevanên Sêrtê wekîlê AKP’yî şermezar kirin

Cemiyeta Rojnamevanên Sêrtê wekîlê AKP’yî şermezar kirin

Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Sêrtê (SGC) ji ber Parlamenterê Sêrtê yê AKP Osman Oren hin rêveberên çapemenî-ragihandina li bajêr di nûçeyên şermezarkirina Kobanê de, “şer sor kirine” sûcdar kir, şermezar kir.

Cemiyeta Rojnamevanên Sêrtê (SGC) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, Parlamenterê Sêrtê yê AKP’yî Osman Oren ê rêveberên Siirtnews, rojname û malpera çandê ya “Siirt’ten Ote Haber” bi “sorkirina şer” sûcdar kir şermezar kir. Cemiyetê ragihand di dema ku bûyer bi awayekî zêde rû didan Parlamenterê AKP’yî Osman Oren yê bi nûnerên Saziyên Civaka Sivîl re hat Şaredariya Sêrtê li wir li ber kamereyan Siirtnews û rêvebera giştî rojname û malpera çandê ya Siirt’ten Ote Haber Zana Aksu bi sorkirina şer sûcdar kiriye.

Cemiyetê got: “Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em ê li hemberî her cure gotin û çalakiyên azadiya çapmeniyê asteng bike bisekinin. Em van sûcdariyên li hemberî rojnameyên Sêrtê şermezar dkin û bang li rayedarên têkildar dikin ku rojnamevanan biparêzin.”