‘Çêkirina qereqolan, amadekariya şer a dewleta Tirk e’
‘Çêkirina qereqolan, amadekariya şer a dewleta Tirk e’
‘Çêkirina qereqolan, amadekariya şer a dewleta Tirk e’
Malbata ciwanê Kurd Medenî Yildirim (19) ê li gundê Hêzana Licê di encama gulereşandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku di pêvajoya "aştiyê" de, çêkirina qereqolan amadekariya şer a dewleta Tirk e. Dayika Yildirim Fahriye Yildirim got, "Gerîla û leşker bira ne. Yek li çiyê yek li leşkeriyê ye. Dema leşker dimirin, dayikên wan dibêjin "PKK xayine". Dibêjin 'Bila welat sax be'. Bila welatekî bi vî rengî ne sax be, bila têk biçe. Eger canê te li wir bimire, çima bila welat sax be?"
Li navçeya Amed Licê, di dema protestoya qereqola gundê Hêzanê de roja 28'ê Hezîranê leşkeran gule li girseya gel reşandin û di encamê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim ê 19 salî jiyana xwe ji dest dabû zêdeyî 9 kes jî birîndar bûbûn.
Ape Yildirim Ednan Yildirim jî di sala 1994'an de li gel Savaş Bûldan û Haci Kalay di bûyerê kuştinê yên "kiryar nediyar" de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Yildirim cara yekemîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li gel hemû gavên tevgera Kurd, dewama çêkirina qereqolan a dewleta Tirk, nîşana amadekariyên şer e.
Dayika Medenî anî ziman ku Medenî ciwanekî bêdeng bû, li gel kekê xwe Mehmet diçû dibisatnê û berpirsyariyên Medenî yên hîne di temenê biçûkahiyê de weha anî ziman: "Medenî gelekî êş kişand. Ez nexweş bûm, ji ber derziyeke şaş, nekarîbûm rabim ser piyan. Mehmet li malê li min dinêrî, Medenî hînê gelekî biçûk bû. Lê li gel vê yekê jî bi kerê diçû debûkên mezin tije av dikir û dianî malê. Dema ew debûk radikirin, bi temamî şil dibû. Ev qet ji bîra min naçe. Êşên Medenî kişandine, her tim tên bîra min."
‘DEMA NÊZ ME TU NIRXÊN WÎ NIZANÎ, LÊ GAVA WENDA DIBE TU HÎN BAŞTIR FÊM DIKE’
Dayikê diyar kir ku Medenî ji ber xwe ji ezmûnan re amade dikir, vê havînê neçû gund û li Amedê dima û got, "Dema Medenî şehît ket, wê rojê me yê bexçe biçandibûya. Medenî xwest em kundirê ji bo zivistanê jî biçînin. Min jê re got, 'ji bo çandina kundirê zivistanê em dereng mane, lê ezê ji bo de biçînin' Bexçe hema bi wî rengî li rastê ma, min neçand. Minê ji bo kê biçandibûya? Medenî çû, ez çi bi bexçe bikim?"
Dayikê got, "Dema li cem te be tu nirxên wî nizane, lê gava wenda dibe hingî baştir fêm dike" û destnîşan kir ku Medenî dest û milên wê bû.
‘EZ MEZIN IM, LÊ BIÇÛK DIMÎNIM’
Dayik Yildirim, hefteyek beriya kuştina Medenî, axaftina li ser şimika ji Medenî û birayên wî re kiribû bi hêstrên çavan weha tîne ziman: "Beriya ezmûnê, ez çûm bazarê min ji Medenî, kek û birayê wî re şimik kirî. Medenî got, 'Lingê min dişewite, te şimik nekirî' Min jî li wir nîşanî wî da. Çû xist lingê xwe û got, 'dayê te gelekî baş xistiye rêzê.' Min got; çawa rêzkirin, 'Wî jî ji min re got, "Ez mezin im, lê biçûk dimînin. Beytûllah mezin dibe, lê ez biçûk dimînim'. Medenî di her gotinên mehek du meh berê de, tuyê bêje qey behsa mirina xwe dikir. Bi rastî jî biçûk ma. Medenî di her gotina xwe de behsa mirinê dikir. Kî bihata kuştin Medenî digot, "Ezê jî weha bibim". Medenî çû, êdî nayê."
APÊ WÎ EDNAN YILDIRIM DI ENCAM BÛYERA KUŞTINÊN "KIRYAR NE DIYAR" HAT KUŞTIN
Dayik Yildirim da xuyakirin ku di sala 1993'an de di encama zextan de wan ji Gundê Ortaçê mala xwe bar kirine çîftlîkekê û diyar kir ku Medenî ne kesê yekeme ku ji mala wan gtê kuştin. Dayik Yildirim anî ziman ku apê Medenî Ednan Yildirim jî di sala 1994'an de li gel Savaş Bûldan û Haci Karay ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û di encama kuştinên kiyar "nediyar" de jiyana xwe ji dest da. Dayik Yildirim got, "Medenî hînê sê rojî bû, min navê Ednan lê kir. Lê piştre ji bo ev êş dûbare nebe me navê wî bi Medenî guhertin. Di sala 1993'an de her kes ji Licê direviyan. Em jî çûn çîftlîkê. Hînê Medenî nehatibû dinayayê. Bavê min, Ersîn û Remzî, ji bo mirîşk û êzingên me yên li gund bînin, bi traktorê çûn gund. Wê rojê me bi xizmên xwe re pîknîk çê dikirin. Me firax birin jorê, em ji hundurê axorê derdketin, me dît bi maşînên zirxî sivîl û leşker hatin û gotin "we xwarin dane terorîstan." Ji gundê Agaçliyê, zarokekî şivantî dikir, ji ber nasnameya wî tinebû bi gotina "terorîst" ew di rê de girtibûn, destê wî bi kelepçe kiribûn û êşkence lê kiribûn. Anîn gund û ji hevserê min Hecî re pirsî ka nas dike yan na. Hevserê min jî got, ew zarok şivantiyê dike. Vê carê dest ji zarok berdan û bi ser hevserê min de hatin. Bêr û bivir xwestin û hundurê malê kolandin. Ji me re gotin; 'hûn terorîst in, qeleşên xwe derxînin. Xwedê çûye tetîlê, pêxember jî li destûrê ye, xwedayê we jî were, nikare we ji destê me rizgar bike.' Min wê demê fêm kir ku li gel van wicdan tineye. 4-5 kesan Hecî birin hundur. 2 kes jî li derve nobed girtin. Dema Hecî ji kolandinê betilî û sekinî, berê çekê dan Hecî. Dema dîtin tiştek tineye, Hecî ji wir derxistin. Bi tenê poşetê miqarna dîtin. Ew poşet xistin serê Hecî. Lê ji ber ku mişk ew kîsik qul kiribû, Hecî dikarî hilmê bistîne. Min wê demê ji mişk re dûa kir. Ji aliyekî din ve jî bi tivingê li serê Hecî didan. Bi qasî saetekê li hundur li Hecî êşkence kirin û dûre derxistin pêşberî me û êşkence dewam kirin. Ez qêriyam. Leşkerekî li wir ji min re got, "Dema tu wiha bike, hîn bêtir kêfa wan tê û êşkenceyê zêde dikin." Me jî dengê xwe birrî. Piştî demekê Hecî berdan." Dayik Yildirim got "Ew qereqolên li gundan, gora Kurdan e. Hêvîdarim wê Medenî bibe yê dawî."
DAYIK YILDIRIM: BILA WELATEKÎ BI VÎ RENGÎ NE SAX BE
Dayik Yildirim diyar kir ku dewleta Tirk wê nikaribe aştiya navbera gelan xera bike û herî dawî bang li dayikên leşkeran kir: "Gerîla jî leşker jî biran e. Yek li çiyê ye, yek li leşkeriyê ye. Dema leşker dimirin, dayikên wan dibêjin 'PKK xayin e'. Dibêjin 'Bila welat sax be'. Bila welatekî bi vî rengî ne sax be, têk biçe. Gava canê te li wir dimire, çima bila welat saz be?"
‘LI HOLÊ PÊVAJOYEKE AŞTIYE HEBE, EV QEREQOL JI BONA ÇI NE?’
Kekê Yildirim Ersîn Yildirim jî pirsa "Eger li holê pêvajoyeke aştiyê hebe, ev qereqol ji bo çi ye?" kir û pêvajoya çareseriyê nirxand. Ersîn Yildirim diyar kir ku aliyê Kurd berpirsyariyên xwe bicih tîne, lê dewleta Tirk gavan navêje û ev yek bêsamimiyeta wê nîşan dide. Yildirim got, "Li vê derê mirov tên kuştin. Li Rojava jî êdî mirovan serî rakirin, me li berxwedana Gezî dîtin. Dewleta Tirk bi tenê serî digerîne, ji bo aştiyê gavekê neavêje. Di aştiyê de ji dil nîne. Dibe ku di şûna birayê min de kesekî din bihata kuştin. Li wê derê xwestin komkujiyekê bikin û ev yek li dijî mirovahiyê ye."
Yildirim, li dû kuştina birayê wî bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ku der heqê bûyerê de behsa narkotîkê dikir û got, "Ji bo berxwedana gel qirêj bikin, gotin narkotîk. Medenî mirovekî di halê xwe de bû û xwe ji bo ezmûnan amade dikir."
Yildirim axaftina xwe bi gotina, "Eger îro ji bo aştî û çareseriyê pêvajoyek hatiye destpêkirin, hingî divê gav bên avêtin. Bila êdî kuştin, komkujî neyên kirin û berpirsyarên wan bên darizandin."
AP YILDIRIM: ERDOGAN BÛ DEWAMKARÊ KOMKUJIYÊN BERÊ
Apê Yildirim Mehmet Yildirim jî da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê, ji bo dawîbûna şerê 30 salan di nava gel de rê li ber hêviyeke mezin vekiriye û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo çêkirina bendav û qereqolan di vê demê de. Ap Yildirim got, "Ev rewş, rê li ber fikar û gumanên li ser pêvajoyê vedike. Komkujiyên salên 90'î anî bîra mirovan. Bila êdî gelê Tirk jî rastiyê bibîne. Me li Parka Gezî jî dîtin; bi feraseta 'ya tuyê bibe mihî yan jî biçe goristanê' gelê xwe kuşt. AKP'ê, ji bo vî gelî ji bilî qedexe, girtîgeh û narkotîkê, tiştek çê nekiriye. Erdogan bû kesê komkujî û zilmên berê dewam dike. Ev yek mezin kir û dewam kir. Erdogan ji bo kursiya xwe wenda neke, mirovan dikuje. Lê ew hesab wê ji te were pirsîn. Bi girtîgeh, gaz û ço, gel nayê tirsandin. Divê gel çavên xwe vekin û êdî çavên xwe li komkujiyan negirin."
‘HETA RÊBER APO AZAD BIBE, EMÊ NESEKININ’
Ap Yildirim da xuyakirin ku îro Medeniyek hatibe kuştin, bi milyonan Medenî hene û ewê xwedî li têkoşîna Medenî derkevin. Yildirim got, "Heta ku Serok Apo ku ev gel wî weke vîna xwe qebûl dike, azad bibe emê nesekinin. Ew qereqol, gaz û çoyê polîsan, wê nikaribe me bisekinînin. Eme heta dawiyê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin."