Çekdarên El-Nusra êrîşî benda YPG᾿ê kirin
Çekdarên El-Nusra êrîşî benda YPG᾿ê kirin
Çekdarên El-Nusra êrîşî benda YPG᾿ê kirin
Li gundê Mihemd Dîban yê Tirbespiyê komên çemkdar ên Eniya El-Nusra êrîşî benda kontrolê ye YPG᾿ê kir.
Îro di demjimêrên piştî nîvro de komên çete ên Eniya El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)᾿ê ku parastina gundê Mihemed Diyab a ku dikeve 10 kîlometrî başûrê Tirbespiyê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin û êrîşkar reviyan gundên derdorê û hinek ji wan reviyan bajaroka Til Koçer.Di derbarê kuştî û birîndarên komên çete de tu agahî nehatin bidestxistin.
Benda kontrolê ya Mihemed Diyab riya ketina dehan gundê Herêma Sinceqê ya li başûrê Tirbespiyê û beriya niha wek qerargeha komên çete dihat bikaranîn û ji wir mal û milkên welatiyan didizîn. Li ser daxwaza şêniyên gund komên çete ji gund hatin derxistin.