Cebhet El-Nesra nahêle alîkarî bigihîje Helebê
Cebhet El-Nesra nahêle alîkarî bigihîje Helebê
Cebhet El-Nesra nahêle alîkarî bigihîje Helebê
Koma çekdar ên Cebhet El-Nesra rêya di navbera Serêkaniyê û Kobanê girtin û destûr nedan alîkariyên ku Desteya Bilind ji bo koçberan şandibûn ji bo Efrîn û Kobanê derbas bibin.
Koma çekdar ya Cebhet El-Nesra piştî şerê li Serêkaniyê ev demeke di rewşek aram de bû, lê dîsa dest bi kiryarên xwe kir. Li gor çavkaniyên herêmî îro Desteya Bilind a kurd xwest 10 qamyon alîkarî bişîne ji bo gelên ji ber êrîşên dewleta Sûriyeyê yên li Helebê neçarî koçberiyê bibûn û li bajarê Efrîn û Kobanê bi cih bibûn. Çekdarên Cebhet El-Nesra ên ku di nava muxalefeta Sûriyeyê de şer dike, riya di navbera Serêkaniyê û Kobanê girtin û rê nedan alîkarî derbas bibe.
Hate zanîn ev demeke çekdarên Cebhet El-Nesra li herêma Tixelaf hêzê kom dike û amadekariya êrîşek li Serêkaniyê dike.
Her wiha çavkaniyekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku YPG’ê hêzên xwe ji nû ve li taxên bajêr belavdike û xwe ji bo rewşên awerte amade dike.