Cebhet El Ekrad, şefê El Qaîde dîl girt!
Cebhet El Ekrad, şefê El Qaîde dîl girt!
Cebhet El Ekrad, şefê El Qaîde dîl girt!
Li Girê Spî (Til Ebiyad) şerên di navbera El Nusra û Cebhet El Ekrad de ku berdewam dikin, hat ragihandin ku Cebheya El Ekrad şefê Dewleta Îslamî ya Iraqê Ebu Musab dîl girt.
Çavkaniya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ya Navend London ragihand ku li herêma Reqa Girê Spî şerên dijwar diqewimin û îdia kir ku şervanên Kurd şefê Dewleta Îslamî ya Iraqê li vî bajarî dîl girtine.
Li gorî AFP’ê Mudurê Çavkaniyê Rehmî Ebdul Rehman da xuyakirin ku navê şefê dîl hatiye girtin Ebû Musab e, bes Sûriyeyî ne yan na biyanî ye nehatiye zanîn.
Tê ragihandin ku Girê Spî şerên ku bi êrîşa komên girêdayî El Qaîde roja Şemiyê destpê kirin berdewam dike. Di navbera Cebheya El Ekrad a bi taybet li Helebê bi bandor e û El Nusra de şerên dijwar diqewimin. Tê ragihandin ku Ebû Musab ji aliyê Cebheya El Ekrad ve dîl hatiye girtin.