Çav lê ye binçavkiriyên li DU’yê derxînin edliyeyê

Çav lê ye binçavkiriyên li DU’yê derxînin edliyeyê

Lêpirsîna 60 kesên ku di bûyerên 3 rojan li Zanîngeha Dîcle ya Amedê de berdewam kirin, hatin binçavkirin didome, çav lê ye ku îro derxînin edliyeyê.

60 kesên ku di encama pevçûna di navbera alîgirên Hizbullah û xwendekarên welatparêz yên Zanîngeha Dîcleyê û tê îdîakirin sivîl jî di nav de ne, lêpirsîna wan li Midûriyeta Polîsan didome, çav lê ye ku îro derxînin dozgeriyê.

Li aliyê din jî hate hînbûn ku, xwendekarek yê pola 3’în ya Fakulteya Tibê û tevlî bûyera bikêrê ya zanîngehê bûye li Êlihê hatiye binçavkirin û anîne Amedê.

BDP, KCD û gelek rêxistinên sivîl, rektorê zanîngehê û polîs berpirsê bûyerê nîşandan, her wiha bingeha cemaetê ya li zanîngehê jî rastî bertekan tê. Bi taybet di demek “pêvajoya çareseriyê” tê nîqaşkirin de weke provokasyonê hate nirxandin.