Çapemeniya Hîzbul-Kontra birîndarên Kobanê hedef nîşan da

Çapemeniya Hîzbul-Kontra birîndarên Kobanê hedef nîşan da

Beşa weşanê ya Hizbul-Kontra Îlkehaber  kesên di êrîşên Kobanê de birîndar bûn û di bin çavdêriya polîsan de rakirin Nexweşxaneya Amedê û li vir tedawiya wan didome, bi îdîaya di xwepêşandanên li Amedê de birîndar bûne li gel navên wan hedef nîşan da. Çapemeniya Kontra îdîaya provokatîf a weke di bûyerên li  Amed, Mêrdîn û Riha de çêbûn 200 YPG’yeyî sînor derbas kirine ketine Tirkiyeyê û tevlî êrîşên li vir bûne kir.

Ajansa Îlkehaber a li Amedê weşan dike û yek ji baskê weşanê yê Hizbullahê ye, di nûçeyeke ya xwe îro de, birîndarên di pevçûnên Kobanê de birîndar bûne , anîne Amedê û li vir tedawiya wan didome hedef nîşan da.  

Ajansê dîsa Êzidiyên xwe spartine Amedê jî kirin hedef û îdîa kir ku di pevçûnên çêbûne de ev hatine bikaranîn û di pevçûnan de jî birîndar bûne.

Malpera Îlkehaberê bi heman şêweyî navê 70 kesên li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê ya Gazî tên dermankirin jî weşand û îdîa kir ku ev di xwepêşandanên kolanan ên li Amedê de birîndar bûne, hinek jî di êrîşa 6 kes têde mirine ya li hemberî komeleya Koy-Der a nêzîkî Hilbullahê hat kirin de birîndar bûne.

ANF ku bi rayedarên Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê ya Gazî re hevdîtin çêkir diyar kirin ji mehekê vir ve ye yên di şer û pevçûnên li Kobanê de birîndar bûne di bin çavdêriya polîsan de bi armanca tedawiyê anîne nexweşxaneya wan û wiha jî gotin: “Yên li Kobanê birîndar dibin yekem tînin Deriyê Sînor ê Murşîtpinar. Li vir bi koordînasyona Wezareta Tenduristiyê radikin nexweşxaneyên li Riha û Amedê. Dîsa bi heman şêweyî di kîjan saetê de ji ku derê tînin, plakaya ambulansa tîne, doktor û hemşîreyên di ambulansê de di qeydan de hene. Berî niha bi mehekê birîndar dianîn, niha jî tînin.”