Çapemeniya Fransayê: Vê carê şer e

Êrîşên duh bi şev ên li Parîsê, ku bûn sedema mirina herî kêm 150 kesan, Fransa xist nava şoqê.

Rojnameyên Fransayê êrîşên duh, li ser zemînê reş bi serenavên "Komkujî", "Hovîtî", "Vê carê şer", "Terorîstan li tevahiya Parîsê xwîn rijandin" weşandin. Rojnameya Lîberatîon bi manşeta "Li Parîsê hovîtî", Le Fîgaro bi manşeta "Navenda Parîsê bû qada şer", Le Parîsîen jî bi manşeta "Vê carê şer" hatin weşandin.

Tê gotin ku li Parîsê terorîstên çekdar di nava gel de digerin. Lewma ji duh bi şev û vir ve timî banga 'dernekevin kolanan' li gel tê kirin. Li kolanan hejmareke kêm a sivîlan tê dîtin. Bi giranî leşker û polîs digerin.

Ji ber êrîşan, li welêt rewşa awarte hatiye îlankirin û sînor hatine girtin.

Êrîşên ku bi temamî sivîl hedef girtin, ji 2. Şerê Cîhanê û vir ve weke çalakiya herî bi xwîn a li Parîsê tê dîtin.

Li gorî hin çavkaniyan 153, li gorî çavkaniyên fermî jî herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber hejmara zêde ya birîndaran fikar heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

...