Çalakiya mertalên zindî dawî li operasyona leşkerî anî

Çalakiya mertalên zindî dawî li operasyona leşkerî anî

Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Çirav ê Sêrtê bi piştgiriya hêza hewayî hat destpêkirin, di encama çalakiya mertalên zindî ya Kurdan de, bi dawî bû.

Artêşa Tirk bi hejmareke zêde leşker û cerdevanên xwe, li qûntarên Çiyayê Çiravê derdora gundên Dirişka, Serpene, Dêwawid û Spandikan ên navçeya Dihê ya Sêrtê derket operasyonê, rastî çalakiya mertalên zindî hat. Li gel sedan rêveberên DBP'ê yên Sêrt û Dihê, Hevşaredarên Dihê Eda Kîlîs û Huseyîn Kiliç tevî bi sedan welatiyan tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran li Girê Şaş ê di navbera gundên Serperne û Spandikanê, ku lê operasyon dihat meşandin nobed girtin. Di encama helwesta biryardar a çalakgeran de, leşker û cerdevanên artêşa Tirk nîvê şevê ji cihê operasyonê vekişiyan û dawî li operasyonê anîn. Nobeda çalakgeran ber destê sibehê jî li Girê Şaşê dewam kir.