Çalakiya edaletê ya malbatên Roboskî berdewam dike

Çalakiya edaletê ya malbatên Roboskî berdewam dike

Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî di roja 1043’yan de berdewam dike.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, balafirên artêşa Tirk roja 28’ê Kanûna 2011, 34 Kurdên sivîl qetil kirin. Çalakiyên lêgerîna edaletê ya gundiyên Roboskiyê berdewam dike. Çalakî îro di roja 1043’emîn de li ser goristana kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane berdewam kir. Di çalakiya bi beşdariya malbatên Roboskî de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hildan.

Velî Encu li ser navê malbatên Roboskî axivî û diyar kir ku ev 1043 roj in hikûmeta AKP’ê kujeran vedişêre û got ku heta niha tu sozên hatine dayin nehatine pêkanîn. Encu da zanin ku li şûna jiholêrakirina êş û janên malbatan, zext û zilmê li malbatan dikin.

ARMANCA AKP’Ê DANA JIBÎRKIRIN E

Encu diyar kir ku 149 hefte bi ser komkujiyê re derbas bû û destnîşan kir ku heta niha jî xwîn ji birînê tê û got: “Em heta niha jî 34 caran dimirin. Xwestin me bê deng bikin, xwestin bixapînin, xwestin veşêrin,  lê em vê yekê ji wan re nahêlin. Em heta niha jî li vir in. Em li Roboskiyê daxwaza edaletê dikin.” 

Encu destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û got ku armanca AKP’ê ew e ku vê komkujiyê bide jibîrkirin. Velî Encu da zanîn ku heta niha dewletê tu pêngaveke berçav û pêbawer neavêtiye û got ku rêya hiqûqê ya dewletê jî li ser heman rêya dewletê dimeşe.

Encu da zanîn ku helwesta hikûmetê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê ne ji dil e û got ku hikûmeta AKP’ê ya ku li Roboskiyê 34 kesên sivîl qetil kir, niha jî kujer û berpirsên komkujiyê diparêze.  Encu da zanîn ku komkujiyên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne didome û got: “Bila hikûmeta AKP’ê dest ji lîstikên xwe yên qirêj ên li dijî pêvajoya çareseriyê berde. Ger wê pêngavek ji bo çareseriyê biavêje bila pêngaveke ji dil li Roboskî û Kobanê biavêje.”

Encu berxwedêrên Kurd ên ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanake bê hempa dimeşînin silav kir.