Çalakî û şerê li Kobanê didome
Çalakî û şerê li Kobanê didome
Çalakî û şerê li Kobanê didome
Li Kobanê piştî çalakiyên ku YPG/YPJ’ê şevê din li dijî çeteyan dabûn destpêkirin, şer û pevçûn heta serê sibehê dom kirin. Pevçûn li hin cihên bajêr dewam dikin.
Şervanên YPG/YPJ’ê şevê din li dijî çeteyên DAIŞ’ê li başûr û rojhilatê Kobanê çalakî dabûn destpêkirin. Şer û pevçûnên ku bi çalakiyan re dijwar bûn, heta serê sibehê dom kirin. Di çalakiya aliyê başûr de, ji çeteyên ku li nexweşxaneya li ser rêya Helebê bicîh bibûn 35 çete hatin kuştin.
Hate ragihandin ku şer û pevçûn niha li taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajar, taxa Mektelê ya li başûrê rojhilat û kolana 48’an a li başûrê bajar didomin. Der barê pevçûnên li van deran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.