Bûyera kuştina Budak 'Tîma Şehîd Rêber a Botan' girt ser xwe

Bûyera kuştina Budak 'Tîma Şehîd Rêber a Botan' girt ser xwe

Bûyera kuştina Abdullah Budak ê di 7’ê Mijdarê de li Cizîrê kuştî hat dîtin “Tîma Şehîd Rêber a Botan” bi daxuyaniyeke ku belav kir girt ser xwe.  

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 7’ê Mijdarê danê sibehê li Kolana Karataş a Taxa Nûr ciwanê bi navê Abdullah Budak bi awayekî mirî ji aliyê welatiyan ve hatibû dîtin. Cenazeyê Budak piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Amedê ji aliyê malbata wî ve hatibû defnkirin.

Komeke bi navê “Tîma Şehîd Rêber a Botan” kuştina Abdullah Budak bi daxuyaniyeke ku belav kir girt ser xwe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “7’ê Mijdara 2014’an sîxurê bi navê Abdullah Budak ku hat tespîtkirin xebatên sixûrtiyê dike ji aliyê me ve hat cezakirin. Vî sîxurî di lêpirsîna xwe de li sîxurtiya xwe mikur hatiye û tiştên kirine qebûl kiriye. Li ser vî esasî em ji gelê xwe dixwazin ku li hember sîxurên wiha helwesteke radîkal nîşan bide. Em ji gelê xwe re radigihînin ku me ev çalakî li dar xistiye.”