Bûldan: Daxuyanî têrê nake, divê heyetek serbixwe biçe
Bûldan: Daxuyanî têrê nake, divê heyetek serbixwe biçe
Bûldan: Daxuyanî têrê nake, divê heyetek serbixwe biçe
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku daxuyaniya Wezareta Edaletê ya li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têrê nake.
Bûldan ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî û diyar kir ku li gorî daxuyaniya wezaretê, di çarçoveya mezûatê de kontrolek hatiye kirin û got, "Birêz Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê li derveyî mevzûatan jî kontrol bên kirin. Di vê mijarê de TTB û KCD'ê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin. Ji bilî vê, alternatîfên me hene ku me di hevdîtinên bi hikûmetê re ragihand. Ji ber ku Birêz Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ez bi xwe pê hesiyam, ku di hilmstendinê de Rêzdar Ocalan zehmetiyan dikşîne. Lewma divê bi lezgînî heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê. Ev yek wê rê li ber pêşketineke erênî veke."