Buksur ê polîsan qetil kir hat defnkirin
Buksur ê polîsan qetil kir hat defnkirin
Buksur ê polîsan qetil kir hat defnkirin
Cenazeyê Hakan Buksur ê ku li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.
Cenazeyê Hakan Buksur ê ku li navçeya Gimgimê ya Mûşê di meşa ji bo Kobanê de bi guleya polîsan hate qetilkirin bi tevlîbûna hezaran kesan li gundê Rîndalya hate definkirin. Cenazeyê Buksur ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û piştî karên otopsiyê bi tevlîbûna rêveberên HDP, DBP û MEYADER'ê hate wergirtin. Cenazeyê Buksur bi konveyek qelebalik birin gundê Rîndalya û piştî vecîbeyên olî li goristana gund bi dua û sloganan hate definkirin.
Piştî karên definkirinê rêzgiretin pêk hat û birayê Buksur Hasan Buksur axivî û diyar kir ku birayê wî tenê şehîdê wan ê hemû Kurd û Kurdistanê ye û wiha got: "Hakan şehîdê hemû Kurd û Kurdistanê ye. Serê hemû gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Serê hemû Kurdên bi şeref sax be. Serê me bilind e. Roj roja yekîtiyê ye."
Serokê Rêxistina DBP'ê Guven Meşe jî diyar kir ku Buksur ji bo rûmetê jiyana xwe ji dest da û gelê Kurd ji bo namûs û rûmeta xwe dê li qadan be û wiha got: "Di serî de hemû bajarên Kurdistanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê derketin qadan. Gelê Gimgimê jî ji bo Kobanê serhildan pêk anîn. Lê dewlet Tirk bi hov êrîş li welatiyên me kir û welatiyeke me qetil kirin. Di destê rêheval Hakan de çek tune bû. Ji bo namûs û rûmeta xwe derketibû qadan. Lê dewleta Tirk li hemberî Hakan çek bikaranîn û bi hov qetil kirin. Gelê me ji bo yekîtî, namûs û rûmetê dê li qadan be. Em ê li ber xwe bidin û hesabê bipirsin."
Piştî merasîma cenaze girseyê malbata Buksur ziyaret kir.