Bombekirina gundên Kurdan çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn
Bombekirina gundên Kurdan çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn
Bombekirina gundên Kurdan çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn
DMME, ji ber bombekirina gundên Gever û Beysukê yên Şirnexê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve û qetilkirina 38 kesan di vê bombebaranê de, Tirkiye bi dayîna tazmînata 2 mîlyon 305 hezar Euro mehkûm kir û îtiraza Tirkiyeyê jî red kir. Ji ber biryara neşopandinê ya li Tirkiyeyê hat dayîn, dosya çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Balafirên şer ên artêşa Tirk di 26'ê Adara 1994'an de gundên Gever û Beysukê yên Şirnexê bombebaran kirin û di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. Di doza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dîtin de, bi hinceta 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin û lêpirsîneke xurt nehatiye meşandin' di 13'ê Mijdara 2013'an de bi dayîna tazmînata 2 mîlyon 305 hezar Euro Tirkiye hat mehkûmkirin. Di biryara DMME de hat destnîşankirin ku pîlotên tevlî operasyona hewayî bûne û fermandarên fermana êrîşê dane, 'bêyî jiyana mirovan li ber çavan bigirin bombebaran kirine' û 'qeydên firînê veşartine' û hat ragihandin ku ev bûyer xizmên mirovên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, êşandiye.
DIJDERKETINA TIRKIYEYÊ HAT REDKIRIN
Wezareta Edaletê, biryara DMME hilgirt Daîreya Bilind û li dijî derket. Enqereyê di dijderketina xwe de diyar kir, ku ji ber di dosya dozê de ji PKK'yiyan re 'Şervanên Azadiyê' tên gotin û DMME di biryara xwe de balê dikşîne ser 3 xalên destpêkê yên Peymana Cenevre ya hiqûqa şer, di têkoşîna li dijî terorê de ev yek dikare di dema pêş de Hêzên Çekdar ên Tirk li dadgehên ceza yên navneteweyî bike bersûc û xwest, biryar bê betalkirin. Daîreya Bilind a DMME ya ji 5 endaman, ku navê 'Panela Dadgeran' lê tê kriin, serlêdana Tirkiyeyê ya dijderketinê red kir û bi vî rengî biryar mehkûmiyetê ya beriya niha hat dayîn, misoger bû.
DOZA LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN E
Di lêpirsîna li ser êrîşa hewayî ya beriya 20 salan de, Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî biryara neşopandinê da û parêzerê gundiyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Dadgeha Fermandariya Hêzên Hewayî, li dijî biryarê derket. Bi redkirina dijderketinê re, dosya vê carê çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Elçî da xuyakirin, ku bi redkirina serlêdana hikûmetê ya dijderketinê, ku bi daxwaza Fermandariya Giştî kir, briyara DMME misoger bû. Parêzer Elçî diyar kir ku tê xwestin dosya lêpirsînê ya li Tirkiyeyê bi biryara neşopandinê bê girtin û ev yek jî wê were wateya redkirina biryara DMME, lewma wan dosya lêpirsînê birine ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.