Boksorê Kurd ê Şampiyonê Elmanya: Li Kobanê wê serketin a Kurdan be
Boksorê Kurd ê Şampiyonê Elmanya: Li Kobanê wê serketin a Kurdan be
Boksorê Kurd ê Şampiyonê Elmanya: Li Kobanê wê serketin a Kurdan be
Şampiyonê Boksê yê Elmanya Îsmaîl Ozen ê li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê nobeda berxwedanê digire got, "Çete û yên destekê didin wan çi dikin bila bikin, kîjan hêz li pişta wan bin bila bin, li hemberî vê vînê wê têk biçin. Kobanê wê li çeteyan bibe goristan. Kurd wê li Kobanê bi ser bikevin."
Îsmaîl Ozen ê li bajarê Elmanya Hambûrgê dijî û ev 9 sal in bi awayekî profesyonel bi boksê re mijûl dibe, di beşa 76 kîloyî de Şampiyonê Elmanyayê ye. Ozen ji bo tevlî çalakiya nobedê ya parçeyek ji berxwedana Kobanê ye bibe, hat Pirsûsê. Kurdê ji Dêrsimê Ozen ê 32 salî, ku wê alîkariya pêwîstiyên bingehîn a ji 20 tonî ya li Elmanyayê berhev kir li Kobaniyan belav bike, her wiha wê beşeke mezin a hatineya Şampiyoniya Ewropa ya meha Kanûnê ji zarokên Kobanê re bibexşîne.
Ozen diyar kir ku mîna her Kurdekî/ê, ji bo wî jî gelekî girîng e nêzî cihê berxwedanê Kobanê be û destekê bide û got, "Di şert û mercên herî xerab de jî me hêviya xwe ya rizgariya Kobanê ji van çeteyên DAIŞ'ê winda nekir. Çi dikin bila bikin, li pişt wan kîjan hêz hebe jî wê li pêşberî vê vînê winda bikin. Hemû cîhan dizane ku di serî de Tayyîp Erdogan hikûmeta AKP'ê destekê dide van çeteyan. Min jî ev rastî, li her platforma lê amade bûm, li her cihê mîkrofon dirêjî min hat kirin anî ziman û ez ê her tim bînim ziman."
'KOBANÊ WÊ BIBE GORISTANA ÇETEYAN'
Ozen nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokkomar Tayyîp Erdogan ê DAIŞ û PKK mîna hev nîşan da, da û got, "Erdogan radibe dibêje 'PKK'ê li welatê min 30 salan karê terorê kir'. PKK ti carî karê terorê nekiriye. PKK'ê têkoşîna neteweyî ya gelekî meşandiye. Têkoşîna hebûnê ya gelekî meşandiye. Berevajî îdîayên wan ti carî zar û zêç qetil nekiriye. Lê belê DAIŞ a ku wan ava kirine, niha komkujiyan dikin, dest diavêjin mirovan. Dewleta Tirk hînê di piştperdeyê de destekê dide van çeteyên dij mirovahiyê. Di dîmenên ku hefteya derbasbûyî di medyayê de hatin weşandin de xuya dikir ku çiqasî bi hev re di nava diyalogeke baş de ne. Lê divê her kes vê baş bizanibe ku Kobanê wê bibe goristana van çeteyan."
'RUH Û MEJIYÊ ME LI KOBANÊ IN'
Ozen ê ji bo destekkirina berxwedana Kobanê tevlî çalakiya nobedê ya li gundê Mehserê bû û li vir cihê xwe di nava jiyana komunal de girt got, "Dibe ku bi awayekî fîzîkî em ne li nav wan refan bin, şer nakin, lê bi ruh û mejî em li wir in. Bi dîtina min nobeda li vir a li ser sînor û berxwedana li aliyê din bi qasî hev bi qîmet in. Ji ber ku li her du aliyan jî mirov ji bo mirovahiyê canê xwe feda dikin."
'KURD WÊ LI KOBANÊ BI SER BIKEVIN'
Ozen destnîşan kir ku ew ê piraniya hatineya ji Şampiyoniya Boksê ya Ewropayê ku di meha Kanûnê de tê lidarxistin û ew ê jî beşdar bibe, diyarî zarokên ji Kobanê bike û got, "Bila her kes vê baş bizanibe: Li Kobanê Kurd wê bi ser bikevin û wê vê serketinê diyarî tevahiya mirovahiyê bikin."