Birîndarekî din ê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî din ê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî din ê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da
Mûsa Bayram (26) ê ji Şirnexê yê li Dîlokê ji be rêrîşa faşîstên bi desteka polîsan êrîşî Kurdan kirin de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Di xwepêşandanên li Dîlokê ji bo şermezarkirina êrîşên li hemberî Kobanê de, faşîstên alîgirên DAIŞ'ê û MHP'yî yên bi desteka polîsan êrîşî girseya gel kirin, jinek jî di nav de 4 kes qetil kiribûn.
Mûsafa Bayram ê 26 salî ku bi guleya debanceyê birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke Dîlokê ya lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bayram ji bo were veşartin, şandin navçeya Şirnex Elkê.
Hejmara kesên di encama polîtîkayên antî-kurt ên hevkariya desthiladariya AKP û DAIŞ'ê de, ji 6'ê Cotmehê û vir ve 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.