Bînîcî: Herdu alî jî Kurdistan e
Bînîcî: Herdu alî jî Kurdistan e
Bînîcî: Herdu alî jî Kurdistan e
Li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên El Nûsra, şêniyên navçeyê xwest bimeşe, lê li astengiya polîsan rast hatin. Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî li hemberî astengiyê nerazîbûn nîşan da û got, "Ji bîr nekin, em sînorên we nas nakin. Herdu alî jî Kurdistan e. Bi vî rengî bû, wê her bi vî rengî be."
Êrîşên çeteyên El Nûsra yên li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê, ku di encamê de li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn, gel rakir ser piyan. Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê, tevî Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî bi beşdariya sedan kesî xwest bi meşekê êrîşên çeteyan şermezar bike. Girseya gel a li ber avahiya partiyê hat cem hev, di demeke kin de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Bi hinceta ewlekariyê meş hat qedexekirin û li ser vê yekê Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî daxuyaniyek da.
Bînîcî destnîşan kir ku Serêkaniyê ya Bakur û Rojava yek in û got, "Ji bîr nekin, em sînorên we nas nakin. Herdu alî jî Kurdistan e. Bi vî rengî bû, wê her bi vî rengî be."