Bîlançoya şerê mehekê yê Şengalê: 202 çete hatin kuştin
Bîlançoya şerê mehekê yê Şengalê: 202 çete hatin kuştin
Bîlançoya şerê mehekê yê Şengalê: 202 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir ku di 42 çalakiyên di navbera 7'ê Îlonê û 7'ê Cotmehê hatin lidarxistin de 202 çete hatine kuştin. Fermandariyê da xuyakirin ku bi giştî 11 wesayîtên çeteyan hatine rûxandin, 8 wesayît hatine derbkirin, telefonên destan, wêne û belgeyên çeteyan hatine desteserkirin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, bîlançoya çalakiyên li Şengalê yên di navbera 7'ê Îlonê û 7'ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tê xwestin sala 2014'an bibe saleke ji êrîşên tinekirinê û komkujiyên nû yên li hemberî gelê Kurdistanê û ev agahî hat dayîn:
"Hatiye xwestin ku êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdisatnê li hemberî gelê me yê Êzidî yên li Şengalê bên kirin. Li dijî van êrîş û komkujiyên hat xwestin bên kirin, hêzên HPG-YJA STAR û YBŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dane. Îro ev berxwedan pêl bi pêl mezin bûye û li derdora Şengal, gundên Dîgurê, Xanesor, Gabarê û Barê berfireh dibe. Hêzên me yên gerîla tevahiya mehekê bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên berfireh lidar xistine. Li gorî vê yekê, em encamên şerê ji 7'ê Îlonê û pê ve qewimîne bi hemû detayan aşkera dikin.
Çalakî û pevçûnên rû dan: 42
Hejmara çeteyên di çalakî û şer de hatine kuştin û tespîtkirin: 202
Hejmare çeteyên birîndar bûne û hatine tespîtkirin: 46
Wesayîtên hatin rûxandin: 3 dozer, 4 doçka û wesayîtên wê, 1 hawan û wesayîta wê, 1 panzêr, 1 Hammer bi giştî 11 wesayît hatin rûxandin.
Wesayîtên hatin derbkirin: 8
Alavên ji ser çeteyan hatine rakirin:
- 3 Kalaşnîkof û 9 şarjorên ji fîşkên wê
- 3 şarjorên M16
- 2 telefonên destan"
Navendê diyar kir ku 5 cenazeyên çeteyan, gelek wêne û belgeyên çeteyan hatine bidestxistin û got, "Her wiha encamên bi dehan çalakî û pevçûnan nehatine zelalkirin."
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di têkoşîna mehekê de 5 gerîlayên HPG'ê û 3 şervanên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, Armanc Toprak, Ronî Avaşîn, Jiyanda Xelat, Dara Tolhildan, Agir Kato û şervanên YBŞ'ê yên jiyana xwe ji dest dane, Aras Şengal, Azad Bacinî, Egîd Barê.