Bîlançoya mehekê ya Kobanê: 1294 çete hatin kuştin
Bîlançoya mehekê ya Kobanê: 1294 çete hatin kuştin
Bîlançoya mehekê ya Kobanê: 1294 çete hatin kuştin
Îro roja 30. a êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê ye. Bîlançoya mehekê ya şerê li Kobanê jî gelekî giran e. Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku di şerê mehekê yê li Kobanê de 1294 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. 10 tank û gelek maşînên leşkerî hatine îmhakirin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.
Kobanê ku ev sal û nîveke ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin, ji 15'ê Îlonê ve di bin êrîşeke giran de ye. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi çekên giran ên ji Mûsil, Reqa û gelek navendên din aniye êrîşî Kantona Kobanê dikin, dixwestin di demeke kurt de Kobanê dagir bikin. Lê belê di encama berxwedana milîtanên YPG û YPJ'ê de planên wan pêk nehat. Rêxistina terorê DAIŞ ku xwest heyfa têkçûna xwe ya li Cezaa, Şengal, Til Hemîs û Rebîayê ji Kobanê hilînin, ji sê aliyan ve bi çekên giran êrîşî Kobanê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên ji artêşên Sûriye û Iraqê bi dest xistî û bi alîkariya vekirî ya Tirkiyeyê re êrîşên xwe yên li hemberî Kobanê zêde kir. Li gorî agahiyên ku şahidên li gundên li ser sînor dayî; Ev alîkariya Tirkiyeyê bi çekên barê trenekê aşkera bûye. Di 20'ê Îlonê de ji Tirkiyeyê re bi 5 qemyonan fuze û doçka ji çeteyên DAIŞ'ê re hatin şandin. Ev alavên leşkerî li gundê Qeremox û herêma El-Bet ên Kobanê radestî çeteyên DAIŞ'ê hatin kirin. Ev piştgirî gelek caran bi belgeyan hat pişrastkirin. Çeteyên DAIŞ'ê ku di serî de Tirkiye ji hêzên herêmê destek dîtin, li derdora Kobanê jin, zarok, extiyar bi dehan sivîl qetil kirin, bi sedan revandin. Çeteyên xwe nêzî sînorê navenda bajêr kirin, bi derbên giran ên di rojên dawî de xwarî re, gelek çeperên xwe winda kirin. Di bîlançoya mehekê de 1294 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.
BÎLANÇOYA ŞERÊ MEHEKÊ YÊ LI KOBANÊ
HEFTEYA YEKEMÎN:
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlonê de dest bi êrîşên giran kirin, YPG/YPJ di nava berxwedaneke bêhempa debûn. Di hefteya destpêkê ya mehekê de, 17 pevçûn qewimîn. Di van pevçûnan de bi giştî 232 çete hatin kuştin, 4 tank, 20 maşînên leşkerî û 7 doçka hatin îmhakirin. 17 kalaşnîkov, 2 çekên M16, topeke hawanê, çekeke BKC, 1 rokêtavêj, 1 RBG û gelek alavên din ên leşkerî hatin desteserkirin. Di şer de 32 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.
HEFTEYA DUYEMÎN:
Di hefteya duyemîn a pevçûnan de jî du navendên çeteyan hatin rûxandin, 4 tank, 3 çekên koçka (23 û 14.5), 9 maşînên leşkerî, Humar, 2 motorsîklet û topeke hawanê hatin îmhakirin. 7 çekên kalaşnîkovê hatin desteserkirin. Di nava vê hefteyê de 294 çete hatin kuştin. Di şer de 32 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. Li eniya rojava ya bajêr jî 5 çalakiyên fedaî hatin lidarxistin. Di pevçûnên vê hefteyê de 5 endamên Burkan El-Firatê jiyana xwe ji dest dan.
HEFTEYA SÊYEMÎN:
Di hefteya sêyemîn a pevçûn dijwar bûn de, derbên giran li çeteyan hatin xistin. 2 tank, 3 topên hawanê, 1 Humar, 7 maşînên şer, maşîneke bombebarkirî bi du çeteyan re hatin îmhakirin. 10 kalaşnîkov, 1 çeka karnas, B7, 2 dûrbînên şevê hatin desteserkirin. Li 50 nuqetyêı şer derket û di encamê de 351 çete hatin kuştin. Di pevçûnan de 41 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan de bi dehan çete hatin kuştin. Arîn Mîrxan bi vê çalakiya xwe re derbên giran li çeteyan da û di serî de li nava Kurdan li gelemperiya Cîhanê bû sembola Kobanê. Di şerê vê hefteyê de 4 endamên Burkan El-Firat jiyana xwe ji dest dan.
HEFTEYA ÇAREMÎN:
Di encama berxwedana mezin a YPG/YPJ û gelê Kobanê de, herêmeke stratejîk a di destê çeteyan de bû, hat azadkirin. 4 maşînên leşkerî, maşîneke leşkerî ya bi çekan dagirtî, 3 qemyon, 5 maşînên bombebarkirî, motorsîletek bombebarkirî, topeka hawanê hatin îmhakirin. Di pevçûn û çalakiyên vê hefteyê de Yekîneyên Parastina Gel li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa kirin û di encamê de 417 çete hatin kuştin. Her wiha 3 çekên RBG û gelek roketên wan, 21 çekên sivik, 2 demançe, 16 çekên klaşînkov, 3 çekên BKC, bombe-avêjek û gelek cebilxane ketin destê şervanên YPG'ê. Di vê hefteyê de 24 şervanên YPG/YPJ'ê di nav de fermandara rabûreke YPJ'ê Rojda Axîn jiyana xwe jidest dan.