Bîlançoya dawî ya şerê li Kobanê

Bîlançoya dawî ya şerê li Kobanê

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di roja 21. a berxwedana Kobanê de, sîng bi sîng şerekî dijwar diqewime. Di pevçûnên li eniya rojhilat de herî kêm 10 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê encamên dawî yên şer û pevçûnên li derdora Kobanê bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 21. a berxwedana Kobanê de, komên çete ji sê aliyan ve bajêr topbaran dikin û dixwsazin bikevin navendê. Navendê diyar kir ku li ser bersiva şervanên YPG/YPJ'ê, li eniyên rojhilat û başûr, li taxên Megtel û Botan şerê dijwar, sîng bi sîng dewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Komên çete şevê din ji aliyê girê Miştenûr, ji du aliyan ve êrîş kirin û hewldan bikevin bajêr. Piştî bersiva tund a şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Li vê herêmê heta niha şer dewam dike. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Çeteyan li eniya Rojava jî, ji sê aliyan ve êrîş kirin û piştî lêdana şervanên me derbên giran xwarin û neçar man paşve vekişin. Li vê herêmê jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Li eniya rojhilat jî çeteyan di saetên şevê de, bi wesayîtek bombebarkirî êrîş kirin. Hêzên me, beriya ku wesayit bigihîje xeta parastinê rûxandin û 2 çete hatine kuştin.

Komên çete di saetên sibehê de li herêma Kaniya Kurdan ji sê aliyan ve dîsa êrîş kirine. Êrîşa çeteyan hatin têk birin û şerê lê vê herêmê dewam dike. Bi qasî ku hatine tespîtkirin 8 çete hatine kuştin.

Hêzên me li eniya Rojhilat, ji paşve ketine çeperên çeteyan û çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hate rûxandin. Hejmara kuştiyan nehat zelalkirin."