Bijîşk û rojnamevanên Elman serdana Kantona Cizîrê kirin
Bijîşk û rojnamevanên Elman serdana Kantona Cizîrê kirin
Bijîşk û rojnamevanên Elman serdana Kantona Cizîrê kirin
Şandeya bijîşk û rojnamevanên Elman ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û çû serdana navendên hikûmeta Kantona Cizîrê.
Şandeya ji bijîşkên rêxistina Phoenix a Elman Sebastian Joniman, Andarc Lapidus, Tobias Pakalr û Religion Ropava û rojnamevanên Alman Wepune Pakalr, Buers Niehaus, Roman Codsovi û Lêkolînerê Siyasî Thiel Pashl pêk dihat serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Şande, piştî serdana Kampa Newroz a koçberên Şengalê kir, ji bo gotûbêjkirina mijarên girêdayî çawaniya avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berê xwe da navendên hikûmeta Kantona Cizîrê yên li bajarê Amûdê. Li navenda hikûmetê şande, ji aliyê Serokê Hikûmetê Ekrem Hiso û cîgirê wî Hisên El-Ezam hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de rewşa Rojavayê Kurdistanê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê û berxwedana li hemberî van êrîşan pêk tên, hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de kiryarên rêjîma El-Baas yên di derheqê gelê Kurd de û asta zordariya rêjîmê ya li ser kurdên Sûriye û Rojava bi taybet piştî serhildana 12 Adara 2004'an hatin nîqaşkirin.
Şandeyê derbarê çawaniya avakiria Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê de nerînên xwe ragihandin û bal kişand ser rengîniya rêveberiya Rojava ku di nava rêveberiyê de Kurd, Ereb, Suryan û hwd cihê xwe digrin.
Piştre, şandeya Elman çû Navenda Meclîsa Zagonsaz. Hevserokê Meclîsê Hekem Xelo û Endamên Dîwana Meclîsê Perwîn Mihemed, Ekrem Mehşûş û Ebdulkerîm Siko bixêrhatina şandeyê kirin.
Herdu aliyan rêgezên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser hatiye avakirin hatin gotûbêjkirin. Endamê Meclîsa Zagonsaz ji şandeya Alman re gotin: "Ev rêveberî bi saya xwîna şehîdan û li ser bingehên xizmetkirina civakê hatiye avakirin."
Her wiha, di hevdîtinê de rewşa Rojava û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gelê Kurd hatin nîqaşkirin.