Bi xêr biçe kekê min!

Bi xêr biçe kekê min!

Birayê Yildirim Çelîk şanoger û derhêner Garîp Çelîk ku birayê wî kemîneke li gundê Tirkan ê navçeya Elezîz Depê di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da û heta niha cenazeyê wî nedîtiye, bi dokûmanterek bi navê "Bi xêr biçe kekê min" kekê xwe oxir kir. Çelîk li navçeya Depê mala ku kekê wî bi 4 hevalên xwe yên gerîla re ket kemînê dît û hîn bû ku gerîla ne bi guleyan lê bi çeka kîmyewî hatine kuştin. Çelîk  da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye, kekê wî bi helîkoptera leşkerî hatiye avêtin û ji ANF'ê re axivî.

Yildirim Çelîk bi nasnav Cûdî, li gundê Alangoz ê ser navçeya Mûş Gimgimê, ji ber polîtîkaYên dewleta Tirk ên zext, înkar û tinekirinê yên li dijî nasnameya Kurd, di sala 1992'an de derketibû çiyê. Cûdî, di sala 1993'an de bi 4 hevalên xwe yên gerîla re çû maleke li gundê Tirkan ê navçeya Depê. Ji ber mikurhatina keyayê gund, her şeş gerîla ketin kemînê û piştî şerekî bi saetan, jiyana xwe ji dest dabûn.

Malbata Çelîk herçend 21 salan li cenazeyê kurê xwe geriya jî, mîna gelek gerîlayan negihaşt cenazeyê Cûdî. Şanoger û derhêner Garîp Çelîk, ku dema kekê wî jiyana xwe ji dest da hînê 9 salî bû, ji bo dokûmentera bi navê "Bi xêr biçe kekê min" li Depê ket ser şopa kekê xwe. Çelîk mal û xwediyê mala Cûdî û pênc hevalên wî lê ketin kemînê dît û bi berhevkirina şahidên li Depê re careke din raxist ber çavan ku zarokên gelê Kurd bi çi hovîtiyê re rû bi rû dimînin.

GERÎLA NE BI GULEYAN BI KÎMYESALÊ HATIN KUŞTIN

Garîp Çelîk da xuyakirin ku heta roja îro ew di wê baweriyê de bû ku kekê wî di goreke komî de ye û anî ziman, ku piştî bi salan ji keça Şaredarê berê yê Depê Abdulselam Çîçek maîlek girtiye û li ser vê çûye Depê. Garîp Çelîk, bi mirovên li gundê Tirkan ên di sala 1993'an de kekê wî û çar hevalên pê re vehewandin malên xwe re, axivî. Çelîk mala ku kekê wî bi hevalên xwe re lê ket kemînê û piştî şerê demeke dirêj jiyana xwe ji dest da, dît û wan kêliyan wêha tîne ziman: "Mala ku piştî ewçend salan vala maye, weke şahidê zindî yê wê hovîtiyê ye. Wê rojê, li kekê min û pênc hevalên xwe, bûka malê ya di dest de pitika 3 mehî hebû, derî lê vekiribû. Lê belê ji ber mikurhatina keyayê gund, saet di 08.00 de, bêdengiya sibehê bi dengê çekan çiriya bû. Gerîlayan bi lez û bez, destpêkê jina ciwan û bebeka wê ya 3 mehî bi selametî ji malê derxist û dûre li odeya paş, bi saetan şer kirin. Saet li dora 21.00'an şer bi dawî bû. Min ji xwediyê xanî re got, li odeya gerîla lê bûn, li gorî odeyên din qet şopa guleyan nîne. Li ser vê yekê xwediyê malê ji min re got, ku gerîla ne bi guleyan, bi gaza kîmyewî ya leşkeran fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Tevî kekê min 3 jin û 2 mêr bi giştî 5 gerîla, cenazeyên wan ji aliyê helîkopterek xwe danî nava gund ve hat birin û piştre haya kesî jê çê nebû. Piştî vê bûyerê, xwediyê malê hat binçavkirin, bûka wî jî mala xwe bar kir Elezîzê û careke din nehat gund.

36 JÊ BÊ XWEDÎ, NÊZÎ 100 GORÊN KOMÎ

Dûre bi xebatkarên Şaredariya Depê Adîl Gurses û Bakî re axivîm, ku wê demê karê definkirinê dikirin. Min bihîst ku Şaredariyê cenazeyên 36 gerîlayên jendermeyan anîbû, li gorên bêxwediyan veşartiye û li gorî agahiyên gundên derdorê dan min, li hawirdorê nêzî 100 gorên komî hene."

Çelîk ku xwe negihandiye cenazeyê kekê xwe û di wê baweriyê de ye ku cenaze ji helîkopterê hatiye avêtin got, "Beriya ji bo kişandina dokûmanterê biçim Depê, min soz da dayika xwe ku ezê cenazeyê kekê xwe bibînim. Gelekî bi hêvî bûm. Min nekarî soza xwe bicih bînim. Lê li Depê li rastiyekê rast hatim: Kurdistan veguheriye erdê mirinê yê dewletê."

LI SER CENAZEYÊN GERÎLA ŞOPA ÊŞKENCÊ

Xebatkarê Şaredariya Depê Adîl Gurses ku bi xwe cenazeyê 36 gerîlayan li goristana bêxwediyan veşart ji ANF'ê re peyivî. Gurses ad xuyakirin ku Şaredariya Depê, beranberî cenazeyên gerîla yên ji aliyê Fermandariya Jendermeyan ve hatin anîn, bi berpirsyarî tevgeriya û anî ziman ku hemû cenaze li goristana bêxwediyan hatin veşartin. Gurses ragihand ku li ser cenazeyên gerîlayan şopên êşkencê hebûn û got, "Di salên 1990 de, hemû cenazeyên jendermeyan dianîn, nedihatin naskirin. Hin ji wan guh hatibû jê kirin, hin ji wan bêvil hatibû jêkirin, hin ji wan milê wan tinebûn. Hin ji wan jî laşê wan şewitî bû, reş bûbû. Tevî ku sal di ser re derbas bûye jî, ev dîmen hînê tên ber çavên min."